Funda Akaltun: Li dijî komkujiya li Sûriyeyê bêdeng nemînin 2026-01-31 09:04:11   STENBOL - Cîgira Serokatiya Giştî ya Komeleyên Çanda Elewî, Funda Akaltun li dijî bêdengiya li hember komkujiya li Sûriyeyê pêk tê bang kir û got: “Êrîşên tên kirin bi armanca paqijkirina ji dîrokê ye û komployeke navneteweyî ye.”   Şerê li Sûriyeyê didome, bawerî û nasnameyan hedef digire û veguheriye tundiyeke sîstematîk. Bi taybet êrîşê li ser Elewî û Kurdan, veguheriye komployeke navneteweyî ya ku rûmeta mirovahiyê hedef digire. Pevçûn roj bi roj zêde dibin û bêdengiya rayagiştî û bêhestiyariya çapemeniyê jî ji aliyê gelan ve bû mijara rexneyê.   Cîgira Serokatiya Giştî ya Komeleya Çanda Elewî Funda Akaltun der barê tundiya li Sûriyeyê bilind bûye, êrîşa li ser civaka Elewî nirxand û bêdengiya çapemeniyê wiha rexne kir: “Divê her kes muhasebeya wijdanê bike û li dijî vê mijarê bêdeng nemîne.”   Li dijî bedena jinan êrîş   Funda Akaltun diyar kir ku bi sedsalan e li ber çavê cîhanê gelê Elewî ji ber bawerî û nasnameya xwe tê qetilkirinê û wiha vegot: “Ev mijara ku divê îro li hemû cîhanê deng bide mixabin tenê saziyên Elewî yên li Tirkiyeyê der barê vê de têdikoşin. Li ber çavê hemû cîhanê jin û zarok tên qetilkirin. Ev Elewî dibe, Kurd dibe, kî dibe bila bibe tiştê tê jiyîn hovîtî ye. Divê demildest pêşî li vê bê girtin. Ev li dijî rûmeta mirovahiyê ye, li dijî rûmeta jinê ye. Bi qetilkirinên namînin, ji avahiyan de davêjin, porê wan dibirin. Ev bi armanca biçûkxistina bedena jinê tê kirin. Ev nêzîkatiyeke çavsor e.”   Berxwedan û parastina cewherî   Funda Akaltun destnîşan kir ku êrîşên li hember Elewî û Kurdan komployek navneteweyî ye û wiha dirêjî dayê: “Hewldana tunekirina hebûnê, nîjad û nasmeyê ye. Elewî û bi taybet jinên Elewî; ronakbîr, demokrast û hevdem in. Jinên Kurd jî wisa ne. Di vî alî de hewldaneke tunekirinê heye.”   Zimanê çapemeniyê   Funda Akaltun zimanê çapemeniyê jî rexne kir û wiha anî ziman: “Di serdema me de çapemenî hêzek girîng e. Di alî dîtbarî, gotin, weşandê de hêzek girîng e. Ger çapemenî tiştên niha li Sûriyeyê tên jiyîn zindî bihêle wê kêm be jî pêşî li van êrîşan bigire. Di vî alî de hêza we girîng e. Nirxandinên we û nêrîna li bûyerê adîlane be wê kêm be jî bibe alîkariya gelê wir. Bêguman karê ku her kes dike girîng û mezin e.”   ‘Divê her kes muhasebeya wijdanê bike’   Funda Akaltun diyar kir ku çapemeniya alîgir ji aliyekî re xizmetê dike û wiha bidawî kir: “Ji çapemeniya deshtilatdariyê rastî dernakeve. Hûn jî vê baş dizanin. Di vi alî de piştgiriya ji bo me wê girîng be. Lê mixabin çapemenî ne bê alî ye. Li Sûriyeyê komkujiyeke Elewiyan heye. Jin, zarok tên qetilkirin. Destdirêjî li jinan tê kirin, li bazarên koleyan tên firotin. Ev li ber çavê cîhanê tê kirin. Divê cîhan li dijî vê bêdeng nemîne. Divê her kes muhasebeya wijdanê bike û mijarê binirxîne.”