QSD: Peymana li ser entegrasyona bi qedeme û agirbesta berfireh hate îmzekirin 2026-01-30 11:45:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bi hikumeta Şamê re peymaneke li ser entegrasyona bi qedeme ya hêzên îdarî û leşkerî hatiye îmzekirin.   Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê de hate gotin, "Di navbera Hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de di çarçoveya peymaneke berfireh a li ser entegrasyona bi qedeme ya hêzên îdarî û leşkerî yê aliyan de peymanek hate îmzekirin."   Di daxuyaniyê de li ser detayên peymanê ev agahî hatin dayin:   "Ev peyman hikum dide ku hêzên leşkerî xwe ji nuqteyên şer vekişînin, hêzên ewlekariyê yên ser bi Wezareta Karên Hundir li navenda bajarên Hesekê û Qamişloyê bêne bicihkirin, pêvajoya entegrasyona hêzên ewlekariyê li herêmê bê destpêkirin, di bin sîwana tumenekê de ya ku bi erka Walîtiya Helebê bê avakirin tumeneke leşkerî bê damezrandin ku ji 3 tûgayên ser bi QSD'ê û ji Kobanê jî tûgayekê pêk bê.   Peyman her wiha destnîşan dike ku saziyên Rêveberiya Xweser di bin sîwana saziyên Dewleta Sûriyeyê de bêne entegrekirin û personelên wê yên erkdar bibin kadro.   Li gel vê yekê, peyman mafên perwerde û sivîl ên gelê Kurd garantî dike û vegera kesên ji cih û warê xwe bûne ji xwe re dike armanc.   Armanc ji vê peymanê ew e ku hevkariya navbera aliyên pêwendîdar xurt bike, hewldanên ji bo jinûve avakirina welêt bike yek, yekîtiya xaka Sûriyeyê pêk bîne û li herêmê entegrasyoneke pêk bîne."