Enternasyonalîstên li Mêrdînê hatibûn binçavkin dersinor kirin 2026-01-28 17:41:26   MÊRDÎN – Li Mêrdînê 16 enternasyonalîstên hatibûn binçavkirin dersînor kirin.   16 kesên enternasyonalîst ku ji bo piştevaniya Rojava hatibûn navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, îro ji bo tevlî bernameya Artûklûyê bibin di rê de hatin sekinandin û binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Îdareya Koçberiyê ya Mêrdînê hatin girtin. Hat zanîn ku 16 kesên enternasyonalîst bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo Rojva hatine lidarxistin bûne hatine dersînorkirin.   Kesên hatin dersînorkirin navên wan wiha ne: Anna Marîe Muller, Marlene Emma Heldmann, Hîlde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathîs Pfeîffer, Lea Hobbîebrunken, Laura Katharîna Janku, Anjo Genow, Laura Schmîd, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Marîam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler, Fereshte Khosravi.