Ji Parlamentoya Skoçyayê banga alîkariya mirovî ya lezgîn 2026-01-26 22:50:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşniyara ku ji hêla Parlamenterê (SNP) Bill Kidd ve hatibû pêşkêşkirin, ji hêla Parlamentoyê ve hate qebûlkirin. Di pêşniyarê de êrişên li dijî sivîl û şervanên Kurd ên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga alîkariya mirovî ya lezgîn hate kirin.   Parlamenterê SNP’ê Bill Kidd, pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Skoçyayê kir ku êrişên li ser Rojava dixe rojevê. Pêşniyar, ligel SNPê ji hêla 14 parlamenterên serbixwe, Partiya Keskan û Partiya Karkeran ve hate îmzekirin û ji hêla Parlamentoyê ve hate qebûlkirin.   Di pêşniyarê de hate destnîşankirin ku êrîşên hikûmeta Sûriyeyê û komên girêdayî DAIŞê yên li ser sivîl û şervanên Kurd nayên qebûlkirin. Hat diyarkirin ku bi taybetî gelê Kurd ê koçberbûyî ku jin jî di nav de ne, hewcedarê parastin û alîkariya mirovî ya lezgîn e.   Parlamentoyê bang li Hikûmeta Skotlandê kir ku bi Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî re hevkariyê bike, ji bo hesabpirsîna binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê û ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî gavan biavêje.   Parlamenterên ku piştgirî dan pêşniyara Bill Kidd ev in:   Adam, Stephanie Callaghan, Bob Doris, Kenneth Gibson, Ross Greer, Jamie Hepburn, John Mason, Stuart McMillan, Marie McNair, Carol Mochan, Kevin Stewart, Paul Sweeney, Evelyn Tweed û Mercedes Villalba.