'Em ê piştevaniya bi Rojava re mezin bikin' 2026-01-26 09:04:21   MERSÎN - Bedriye Kuş da zanîn ku wê bi rihê seferberiyê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyan pêk bînin û balkişand ser komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê û got: “Pir aşkera li holê ye ku çete ji bo Tirkiye û qada navneteweyî xetereyeke mezin dihewînin.”   Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê didê yên li dijî Rojava didomin. Çeteyê DAIŞ’ê ku tevî ku berê bi komkujiyên kiriye derket holê jî, bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî êrîşên wê didomin. Li dijî vê li Tirkiye, Kurdistanê li dijî êrîşan gel bi rojane li qadan têdikoşin. Li Mersînê jî ji roja êrîşan destpêkiriye gel ji bo Rojava li ser piyan e.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mersînê Bedriye Kuş, da zanîn ku gel bi xwedîderketineke mezin li qada ne û banga mezinkirina piştevaniya bi gelê Rojava re kir.   ‘Destkeftiyên jinan hedef hat girtin’   Bedriye Kuş destnîşan kir ku beriya êrîşên 6’ê Çileyê yên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê reweşeke entegreyê mijara gotinê bû û got: “Dema ew hevdîtin dihatin kirin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewşa şer mijara gotinê bû. Gelê sivîl li wir hat qetilkirin. Bi taybet destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Peykerên sembola jinê ne hatin xistin. Piştre jî jin, zarok ciwan û kal û pîr qetil kirin. Niha her çar alî Rojava hatiye dorpêçkirin. Konsepta şerekî topyekun di dewrê de ye.”   ‘Em bi rihê seferberiyê çalakiyan pêk tînin’   Bedriye Kuş bi lêv kir ku li Rojava gel û şervan li berxwe didin û wiha domand: “Di qada navneteweyî de bêdengiyek serdest e. Çeteyên DAIŞ’ê yên kujer hatin berdan der barê vê de qada navneteweyî û Tirkiye bêdeng e. Kurd û dostên Kurdan li ser piyan e, têdikoşin, bi gelê Rojava re di piştevaniyê de ne. Li her çar alî Kurdistan û Tirkiyeyê gel bi rojane li ser piyan e. Li kolanan çalakiyan pêk tînin. Bi rihê seferberiyê çalakiyan dimeşînin. Lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li kolanan li taxan astengian derdixin. Tevî vê gel li ser piyan e û bi biryardariyek mezin têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Bi gel re bêhêvitiyeke mezin afirî’   Bedriye Kuş di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye û di vê mijarê de jî wiha got: “Niha bi Birêz Ocalan re hevdîtin kirin û li aliyê din jî li Rojava êrîş didomin. Vê bi gel re hêviyeke mezin afirand. Ji ber gel bi banga 27’ê Sibatê re ketibû bendewariyek mezin. Bi birêz Ocalan re hevdîtin dihatin kirin. Rewşeke entegrasyonê  mijara gotinê bû. Pêvajoyek aştiyê hat destpêkirin. Banga Bahçelî hebû. Pevçûn hatibûn sekinandin. Jin, dayik û mirov bibûn xwedî hêvî. Lê niha em dibînin ku bi civakê re şikestinek mezin heye.”   ‘Gotinên Tirkiyeyê wê çiqas ji dil bin’   Bedriye Kuş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li aliyekî hevdîtinên ji bo aştiyê li aliyê din jî êrîşa li hember Rojava. Dibêjin Kurd û Tirk xwişk-bira ne. Lê li Rojava Kurdan wek dijmin dibînin. Gelo ev wê çiqas ji dil be? DAIŞ’ê li her derê komkujî pêk anî. Li Ewropayê pêk anî. Li Tirkiyeyê pêk anî. Lê li dijî komkujiyên li Rojava dike bêdengiyeke navneteweyî heye. Pir aşkera li holê ye ku DAIŞ xetereyek mezin diafirîne. Ez bang li hemû kesî dikim ku bi gelê Rojava re di piştevaniyê de bin. Em ê piştevaniya bi Rojava re mezin bikin.”