‘Parastina Rojava parastina hemû Kurdistanê ye’ 2026-01-25 21:24:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinên Kurd li bajarê Moskowa ya Rusyayê êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava anîn ser ziman.   Li avahiya Mala Kurdan a bajarê Moskowa ya Rusyayê, rêxistinên jinên kurd daxuyaniyek li ser rewşa Rojavayê Kurdistana dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên ku îro bi navê “hikûmeta nû ya Şamê” tevdigerin û piştgiriya dewleta Tirk digirin, di rastiyê de komên terorîst in.   Beşdarên çalekiyê diyar kirin ku Kurdan rêz li hemû peyman û lihevhatinên ku di navbera QSD’ê û Şamê de hatibûn çêkirin girtine, lê binpêkirinên Şamê û hêzên piştgirê wî dewam dikin. Her wiha îşaret bi zext, gef û şantajê li ser şandeya Rojava ya di hevdîtina Hewlêrê de hat kirin.   Di çalekiyê de bi taybetî îşaret bi rewşa giran a gelê Kurd û kêmeyanên olî yên ku di çarçoveya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parastin û mafên wekhev wergirtine, hate kirin. Jinên Kurd berdana terorîstan ji zîndanan wekî xetereke mezin binav kirin û gotin ku ev rewş bi encama helwesta riyakar a koalîsyona navneteweyî pêk hatiye. Her wiha hat diyarkirin ku ev komên terorîst dîsa xwe ji bo êrîş û qetlîamên nû amade dikin.   Rêxistinên jinên Kurd li Moskowayê piştgiriya xwe ya bê şert ji gelê Rojava re anîn ziman û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li gel şoreşa Rojavayê bimînin. Her wiha diyar kirin ku parastina Rojava bi wateya parastina hemû Kurdistanê ye û qederê herêmê bi qederê hemû gelê Kurd re girêdayî ye.   Di axaftinanê de her wiha hate destnîşankirin ku, her çend fikra xwişk û biratiya gelan hê jî girîng be jî, tecrubeya îro nîşan dide ku di demên krîtîk de Kurd tenê dikare mile xwe bide Kurdên din. Beşdarên çalekiyê hişyarî dan ku xeterî dikare ber bi Başûrê Kurdistanê ve belav bibe û bi taybetî herêma Şengalê di bin xetereke mezin de ye.   Di dawiyê de serokê Tevgera Jinên Kurd Jûlêta Aram axivî û got ku dîrok dîsa xwe dubare dike. Aram got ku mîna sala 2014’an, îro jî êrîş li ser gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin û hêzên dijmin bi kincên cuda dixebitin. Aram diyar kir ku bi taybetî jinên Kurd armanca van êrîşan in, ji ber ku ew li hemberî tundî û fanatîzmê serî netewandin.   Di dawiya civînê de jinên Kurd dirûşmeyên yekîtiyê û piştgiriyê ji bo Rojava qîrkirin û bi hûnandina keziyan kiryarên terorîstane şermezar kirin.