DEM Partî dê bi rojeva Rojava ve serdana partiyên siyasî bike 2026-01-23 14:30:02   ENQERE -  DEM Parî, li dijî êrişên ser Rojava dê serdana partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bike.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî êrişên ser Rojava di xebat û peywendiyên xwe didomîne. DEM Partî dê bi rojeva êrişên li ser Rojava bi partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re bicive û  dê têkildarî gefa qirkirinê ya li ser Kurdan gugtûgo bike.   DEM Partî dê di hefteya bê de dest bi serdana bike.