Ji EŞÎK’ê banga hevgirtina bi Rojava re 2026-01-23 11:42:31   NAVENDA NÛÇEYAN - EŞÎK’ê banga rawestandina êrîşên li ser Rojava kir û got “Li dijî vê sûcê li dijî mirovahiyê, em ê wekî têkoşînek ku sînoran nas nake, hevgirtina xwe bi jinan re berfireh bikin.”   Her çend êrîşên li ser Rojava berdewam dikin jî, rêxistinên jinan jî bertekên xwe didomînin. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li dijî êrîşên çeteyên HTŞê yên li ser Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.   ‘Komkujî didomin’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew bi hêrs û fikareke kûr komkujiyên ku sivîl, jin û zarokan hedef digirin dişopînin û wiha hat gotin: “Şerên ku ji hêla hêzên emperyalîst ên mîlîtarîst û baviksalar ve hatine hilberandin, pêşî li jinan û mirovên xizan xistine. Li Sûriyeyê, ji 6’ê Adara 2025’an vir ve, komkujî û atmosfereke tirsê berdewam dikin. Bi taybetî li Heleb û Lazkiyeyê, ji hêla çekdarên girêdayî DAIŞ û HTS ve têne kirin. Tê zanîn ku di van komkujiyan de bi hezaran kes hatine kuştin û gelek jinên Elewî hatine revandin û rastî destdirêjiyê hatine. Êrîşên li dijî Durzî û Xirîstiyanan jî bêewlehiya li welatê cîranê me Sûriyeyê, nîşan didin.”   ‘Jin bedêlên êrîşan didin’   Daxuyaniya ku bal kişand ser wê yekê ku êrîşa herî dawî ya giran li Rojava pêk hatiye, wiha berdewam kir: "Hêzên DAIŞ/HTŞ/rejîmê rasterast sivîlan hedef digirin. Yên ku bedêla van êrîşan bi awayekî nehevseng didin, careke din, di serî de jin û zarok in… Wekî berê li Heleb û Lazkiyeyê, îro jî bi hezaran kes ji ber bêewlehî û tirsê neçar in ku birevin. DAIŞ’a ku jinên Êzidî li bazarên koleyan difroşe û dixwaze hemû jinan bike kole, êrîşî şervanên jin ên berxwedêr ên Kurd dike ku li dijî wê şer dikin, porê wan dibire da ku ji jinan şerm bike û hêza xwe li ser laşên wan nîşan bide.”   Armanc: Rizgariya jinan   Êrîşên îro yên li ser Rojava ne tesaduf in. Rojava şoreşeke jinan e ku jin tê de nûnertiya wekhev, deng û hêza biryardanê hene, jiyanek alternatîf li dijî serdestiya mêran ava dikin. Ev modela ku jin di pêşengiya parastina xwe, rêveberiyê û her aliyekî jiyana civakî de ne, gefek eşkere ye ji bo hêzên ku ji hêla mêran ve têne serdestkirin, leşkerî û paşverû. Ji ber vê yekê, tiştê ku li Rojava tê hedefgirtin ne tenê sivîl in, di heman demê de vîzyona pêşerojek civakî ya wekhev û laîk a li ser bingeha rizgariya jinan e jî.   Wekî jinên femînîst, em dizanin ku: Şer şîdeta mêran e. Sînor amûrên serdestiya mêran in. Aştî bêyî pêvajoyek ku jin tê de deng û hêza biryardanê hebin ne mimkun e. Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî tekez dike li ser parastina jinan di pevçûnên çekdarî de û rola çalak a jinan di pêvajoyên aştiyê de.   'Hikûmet ji qurbaniyan berpirsyar in'   Em dizanin ku hikûmet, nemaze endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ku endamên wê mezintirîn îxraçkarên çekan ên cîhanê ne, ji hemî qurbaniyên şer û krîzên mirovî berpirsyar in. Ev hikûmet leşker û çekan dişînin deverên pevçûnê, êrîş û dagirkirinan pêk tînin û hem duh û hem jî îro destê xwe didin çekdarên sûcdarên şer. Bi zanîna ku hikûmet û şîrketên ku ji şer sûd werdigirin û saziyên ku ji hêla mêran ve têne serdestkirin û dixwazin xweza, civak, jin, kesên LGBTQ+ û hemî kesên ku ew wekî "yên din" dibînin kontrol bikin, aştiyê li cîhanê naxwazin, em careke din tekez dikin ku em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya hevpar a ji bo avakirina aştiyek mayînde û domdar û mafê xwe yê jiyanek bê şer û tundî bernedin.   Banga li saziyên navneteweyî   Em bang li hemû saziyên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî, Komîteya CEDAW û mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li dijî sûcên şer û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li dijî jinan ên li Sûriyeyê hatine kirin, tavilê tevbigerin. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê ku li dijî hemû kêmneteweyên etnîkî û olî - Kurd, Elewî, Durzî, Êzîdî, Xirîstiyan - hatiye kirin, em ê wekî têkoşînek ku sînoran nas nake, hevgirtina xwe bi jinan re berfireh bikin.   Têkoşîna hevpar a jinan li çar aliyê cîhanê li dijî şer, çekdarkirin, neteweperestî, nijadperestî, zayendperestî û mîlîtarîzmê dê berdewam bike. Em ê tu carî dev ji vê têkoşîna ji bo avakirina aştiyeke mayînde û domdar bernedin. Em ê li çar aliyê cîhanê bi hev re ji bo mafê xwe yê jiyaneke bê şer û tundî şer bikin.   Em ê li dijî her siyaseteke ku tundiyê hildiberîne, didomîne û dihêle bê ceza bimîne, parastina wekhevî, sekularîzm, jiyan, aştî û azadiya jinan bidomînin.