Gaziyên Jin: Keziyên me rûmet û kerameta me ne 2026-01-23 09:53:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Gaziyên Jin, li dijî binpêkirinên giran ên li ser laş û rûmeta jinan a di êrîşên çeteyên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî Rojava de bi tundî şermezar kir û banga tevlîbûna berxwedanê li jinan kir.   Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarê êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) û binpêkirinên giran ku çete pêk tînin, daxuyaniyek nivîskî weşand.   Gaziyên jin, da zanîn ku ji serê salê ve li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê êrîşeke neheq, zalim û hovane heye û got ku bi dehhezaran çeteyên ku ti nirxekî mirovatiyê li cem wan nîne bi piştgiriya hêzên derve û dewleta Tirk êrîşî pêkve jiyana gelan û şoreşa azadiyê dikin.   Gaziyên jin, destnîşan kirin ku ev çeteyên hov û serkêşên wan ku herî zêde ji hêza rêxistinkirî û azadîxwaz a jinan ditirsin, di van êrîşan de destpêkê destdirêjiyê li nirxên jinan dikin.   Di berdewama daxuyaniya Gaziyên jin de ev tişt hatin gotin, “Li taxa berxwedanê Şêxmeqsûd li hember hevrêya me ya şehîd Denîz, bêhurmetiyeke ku wê ti carî neyê efûkirin hat kirin. Herî dawiyê jî di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çeteyekî HTŞ’ê keziya hevaleke me ya şervana azadiyê jêkiriye û nîşanî kamerayan dide.   Em ê van kiryarên derveyî exlaq û wijdanê mirovatiyê tenê protesto û rûreş nekin. Weke gaziyên jin ên ji bo jiyana azad berdêlên mezin dane û êşên giran jiyane em soz didin hesabê wan kiryaran bipirsin. Keziyên me rûmet û kerameta me ne. Em ê dinyayê bi ser wan çeteyên destdirêjiyê li ser nirxên me dikin de bînin xwarê.   Li ser vî esasî em bang li tevahî jinan jî dikin ku ji bo hesabpirsîna wan kiryarên kirêt berê xwe bidin çeperên berxwedanê. Em ê bi berxwedanê cîhanê ji wan çeteyên hov rizgar bikin. Bi ruhê berxwedanê yê Denîz û Feraşînan jiyaneke wekhev û bedew li ser esasê azadiya jinê em ê ava bikin û diyarî şehîdên xwe yên ji bo me herî bi qîmet in bikin.”