Meghan Bonette ya DYA’yî: Divê li Rojava destkeftî bên parastin 2026-01-23 09:05:17   Oznur Deger    WAN - Lêkolînera DYA’yî Meghan Bonette  bal kişand ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava û got Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statu û ev tişt ragihand: “Êrîşên li Rojava bidomin wê bandorek neyînî li pêvajoya Bakur bike. Niha destkeftiyên li Rojava di bin tehdîdê de ne. Divê ji bo Rojava destkeftî bên parastin.”   Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de êrîşê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kirin û êrîş niha li herêmên di bin rêveberiya xweser a Rojava de didomin .Berxwedana gel a li dijî êrîşan jî didome û li her çar alî Kurdistan û Ewropayê Kurd li qadan êrîşan protesto dikin. Li dijî êrîşan hêzên hegemonîk yên wek DYA, Ewropa, Israîlê bêdengiya xwe didomînin.   Dîrektora Lêkolîna Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Kurd û rojnameger lêkolîner ya DYA’yî Meghan Bodette der barê êrîşan de, rol û mîsyona DYA û Israîlê de axivî.   ‘Du sedemên şer hene’   Meghan  Bodette da zanîn ku şerê li Rojava û Suriyeyê li ser du sedemên esas didome û got sedema ewil di neçareseriya pirsgirêkan de sirare û got: “Pirsgirêkên siyasî û esas hîmê pirsgirêka Sûriyeyê ava dike. Pirsgirêk bi rejîma dîktator û faşîst dest pê kir. Rejîma Sûriyeyê gelê xwe qetil kir. Koçber kir. Ji ber vê gel rabûn ser piyan. Heta niha her çiqas mudaxaleya hêzên herêmî û navneteweyî hebin jî pirsgirêkên gelê Sûriyeyê nehat çareserkirin. Rejîma yekparêz a nû hat jî çareserî neafirand. Sedema duyemîn jî berjwendiyên hêzên herêmî û navneteweyî ye. Di kaos û krîzan de hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Di krîza Sûriyeyê de dewlet li gorî berjwendiyên xwe tevgeriyan.”   ‘Rêveberiya Trump berjewendiyên aborî difikire’   Meghan  Bodette got ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn armancên cuda yên hemû hêzan hene û piştî hilweşîna Sûriyeyê, DYA’yê ev wek derfet dîtiye û bi Rûsyayê re tifaqa ava kiriye. Meghan  Bodette wiha got: “Rêveberiya Trump berjewendiyên aborî difikire.Ligel petrol, bazirganî û aboriyê, dixwaze nêzî welatên Ereb bibe.”   ‘Tirkiyeyê xwest pêşî li statuya Kurdan bigire’   Meghan  Bodette êrîşên rejîma Sûriyeyê ya li ser Kurdan jî şermezar kir û berxwedana gel silav kir. Meghan Bodette got gelek sedemên nepêkhatina pemanan heye û got di vî alî de şaşiyê her dua liyan jî hene. Meghan Bodette wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye. Tirkiye ji guherîna li Rojhilata Navîn û bidestxistina statuya Kurdan tirisya. Di 2013-2015’an de jî Tirkiyeyêvajo bikar anî û xwest statuya Kurdan asteng bike. Hêzên Kurd xwestin destkeftiyên Rojava xurt bikin.  Lê Tirkiyeyê ji destpêkê de destkeftî û statuya Kurdan a li Rojava qebûl nekir. Ne Şara ne jî Tirkiye naxwaze Kurd li Rojava bibin xwedî statu.”   ‘Şer ne qedera Rojhilata Navîn e’   Meghan Bodette  anî ziman ku kêmasiyên rêveberiya xweser a Rojava jî heye û got:” Rojava dizanibû bi HTŞ’ê re dîplomasî wê zehmet be. HTŞ’ê navbera eşîr û rêveberiya xweser de alozî afirand. Dewletên navneteweyî yên wek DYA’yê gotin em şer naxwazin û ji bo xwe naxwazin xetereyê ava bikin.Dizanibûn Rêveberiya Xweser vê îstîkrarê dike. lê nêz cidî nedibûn. Ev şer ne qedera Rojhilata Navîn bûn. Ev encamek bû. HTŞ’ê bi serkeftinên dîplomatîk yên bi destxist, xwest êrîşên ‘dijminên xwe yên hundir’ bike. Ewl çend serkeftinên dîplomatîk ji DYA’yê girt û êrîşê Durzî û Elewiyan kir. Niha jî bi destkeftiyên dîplomatîk yên ji Israîlê digire êrîşê Kurdan dikin. Ev ne tesaduf e. Li Rojhilata Navîn hemû aktor di esasa berjewendiyên xwe de tevdigerin. Li aliyekî dewlet hene li aliyê din jî aktorên ji derveyê dewletan hene. Hem aktorên herêmî hem jî yên navneteweyî û dewlet bi heman armancê tevdigerin.”   ‘Êrîş wê bandorekneyînî li pêvajoyê bike’   Meghan Bodette balkişand ser pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de daye destpêkirin û got: “Pêvajo ji bo pirsgirêka Kurd û çareseriya krîza Sûriyeyê girîng û derftek bû.  Piştî bangê navbera HTŞ û QSD’ê de mutabakata 10’ê Adarê hat Îmzekirin. Tirkiye dixwaze pêvajoyê dijberê Rojava bikar bîne. Ez nizanim ku pêvajo ji vir şûnde bidome an na lê êrîş ji bo pêvajoyê xetereyek mezin diafirîne. Bandorek neyînî li pêvajoyê dike.  Divê ji bo Kurdan ji bo Rojava  stratejiyek bê şopandin. Divê destkeftî bên parastin.”