ICRC'ê ji bo parastina sivîlan bang kir 2026-01-22 13:58:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Xaça Sor a navneteweyî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da û ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî bang kir.   Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Malbatên ku ji ber êrişan gelek caran ji cih û warê xwe bûn, di nava mercên giran ên zivistanê de careke din neçar man ku malên xwe biterikînin. Kêmbûna xizmetên tenduristî, germahî û avê rîska li ser malbatan zêde dike."   Komîteyê ev bang kir: "Divê sivîl, birîndar, mirovên nexweş û yên li girtîgeh û kampan bêne parastin. Divê binesaziya sivîl û sivîl bêne parastin."