Gulseren Yolerî: Polîtîka zextê hêviya aştiyê qels kir 2026-01-22 09:02:48   Devrîm Findik   STENBOL - Endama MYK’a ÎHD’ê Gulseren Yolerî balkişand ser astengiyê li pêş mayîndebûna aştiyê û got divê civaka sivîl xetên sor bibezîne û di têkoşîna hevpar de bên gel hev. Gulseren Yolerî anî ziman ku polîtîka zextê ya dewletê hêviya aştiyê qels kiriye.   Li Sûriye û Rojava, komkujiyên HTŞ’ê yên li hember Kurd û Elewiyan didomin. Ji bo ev komkujî rawestin û aştî pêk bê rola saziyên civaka sivîl gelek girîng e. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî rola saziyên civaka sivîl a di pêvajoya aştiyê de nirxand.   Girîngiya civaka sivîl   Gulseren Yolerî destnîşan kir ku divê agahiyên rast  bigihêje civakê û hêzên têkoşîna civakî û ji ser vê jî hewce bi rêxistibûneke têkoşîna xurt heye. Guleren Yolerî daxuyakirin ku armanca Foruma Civaka sivîl eve ku tişta tê xwestin bê kirin şênber bike û wiha got: “Divê pêşdaraz bişkên û jiyanek hevpar bê avakirin. Ji bo vê jî Foruma Civaka Sivîl girînge. Di qada sîvîl de jî qada demorkatîk de jî hinek xetên sor hene. Mînak yek ji van mijara Kurde. Mînak yeka din mijara LGBTÎ+  ye. Mijara baweriyê yek ji van e. Gelek rêxistinên demokratîk dema ev mijar dibin mijara gotinê xwe didin alî û pasîf dimînin. Lê dema em bahsa aştiya civakî dikin divê ewil ev pêşdaraz bên şikandin. Divê xetên sor bên bezandin û hevparî bêkirin.”   ‘Neçare van gavan bavêjin’   Gulseren Yolerî daxuyakirin ku ji bo nêrîna aştiya civakî pêk bê divê dewlet gavan bavêje û der barê hewlesta dewletê ya di mijara pêvajoyê de jî wiha got: “Ji serî de me di pêvajoyê de tiştên neyinî dît. Dema der barê aştiyê de gotinên herî bê nîqaş dihatin gotin, propanganda an jî bi endamtiya terorê dihatin sûcdakririn. Hinek rêxistinên demokratîk bi terorê têkiliya wan danîn û lêpirsîn lê hatin vekirin. Hatin girtin ceza lê hatin birîn. Hîna jî didin. Em behsa aştiyê dikin lê hîna mirov, rojnameger, akademîsyen tên girtin. PolîtÎkayên ku aştiyê tehdîd dikin ji nûve tê afirandin. Li Rojava û Sûriyeyê li hember Kurdan û Elewiyan êrîşên cidî hene.”   Ji bo civakê bang   Gulseren Yolerî daxuyakirin ku ji bo pêvajo bi dawî nebe bang li  civaka sivîl û rêxistinên demokratîk û hemû civakê kirine ku  bêjin ‘hûn nikarin vê pêvajoyê biqedînin’ û wiha dirêjî dayê: “Em bang li hemû kesîdikin ku bêjin divê hûn vê pêvajoyê bimeşînin. Em nikarin aştiyê ji gotineke hikûmetê re bihêlin. Ji ber vê divê em têbikoşin. Ev ne însiyatîfa dewletê ye.”