HSD’ê têkildarî rewşa dawî ya Kobanê daxuyanî da 2026-01-20 11:43:22   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên li ser çoltarê Kobanê hatine têkbirin û derbên giran li êrişkaran xistine.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên ser çoltarê Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komên girêdayî Şamê îro di danê sibehê ji saet 03.00’yan heta 06.00’ê du caran li eniyaa Sirînê hewl dan êriş bikin. Hêzên me bi dilwêrekî bersiva van êrişan dan.”    Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnan de gelek wesayîtên bizirx hatine îmhakirin û gelek endamên van koman hatine kuştin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Hêzên me yên li eniya Abu Serê, li dijî konvoyeke van koman êrişeke serkeftî li dar xist. Di encamê de ev km neçar ma ku bireve. Li dijî hewldana pêşketinê ya li gundê Han Mamidê yê li başûrê Kobanê jî me bersiv da.”