Li Amerîkayê dê ji bo Rojava û Rojhilat çalakî bên lidarxistin 2026-01-20 11:16:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Kurdan ên li Amerîkayê dê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojhilatê Kurdistanê dê çalakiyan li dar bixin.    Saziyên Kurd ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), dê di roja çarşemê de li ber avahiya Kongreya Amerîkayê ya li bajarê Washingtonê û di roja şemiyê de jî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê li dijî êrişên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê dê çalakiyan li dar bixin.    Parastvanên Kurd ên Amerîkayî (American Kurdish Advocates - AKA),  dê di 21’ê Çileyê de li pêşiya avahiya kongreyê bi dirûşma “Kurdên li Sûriyeyê biparêzin” çalakiyê li dar bixin. AKA’yê, li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal got: “Bi daxwaza parastina Kurdên li Sûriyeyê ku bi êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re rû bi rû ne, em ê li pêşiya Kongreya Amerîkayê çalakiya protestoyî li dar bixin. Bêdengî ne vebijêrkeke e.”    Di 24’ê Çileyê de jî dê 8 saziyên Kurd li pêşiya avahiya NY’ê ya li New Yorkê çalakiyê li dar bixin. Bangên saziyan ên têkildarî çalakiyan wiha ne: “Şerê li dijî Kurdan bidin sekinandin. Sivîlên Kurd ên li Rojava û Rojhilat bi tundî, koçberî û tirsê re rû bi rû ne. Ev, karesateke însanî ye û bêdengî vê rewşê hêj girantir dike. Ji bo balê bikişînin ser krîza însanî ya li Rojava û serhildana li Rojava, em tên gel hev. Ev, ji bo piştevanî, edalet û mafên mirovan bangek e.”    Saziyên di bangê de cih girtin ev in: “Navenda Çanda Kurd a New Yorkê (NYKCC), Tifaqa Kurd a Cûdî (JudiKA), Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava, City Kurds, Parastvanên Kurd ên Amerîkayî (American Kurdish Advocates - AKA), Enstîtûya Xebatên Kurdî yên Zanîngeha Rutgersê, Tifaqa Kurd a Amerîkaya Bakur û Komeleya Kurd a Amerîkan (American Kurdish Association-AKA).”