Xelkê Şengalê ji bo Rojava daketin qadan 2026-01-20 10:18:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Şengalê jî weke hemû parçeyên Kurdistanê ji bo parastina Rojava ji çeteyên Colanî û dewleta Tirk li ser piya bûn.   Duh bi şev xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Şengalê hemwextê parçeyên din ên Kurdistanê daketin kolanan û piştgiriya xwe ya bi Rojavayê Kurdistanê re ragihandin.   Wêneyê Colanî ku fermana qetilkirina Kurdan û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê daye, ji aliyê ciwanên Êzidî ve hate şewitandin û dirûşmên piştgiriyê hatin dayîn.   Xelkê Xanesorê jî bi piştgiriya jinên ciwan ên Şengalê daketin kolanan û amadebûna xwe ya ji tevlîbûna seferberiyê re ragihandin.   Ciwanên Êzidî bênavber dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.   Piştre girseya gel bi karwaneke seyareyan li nava Xanesorê geriyan û xwestin herkes tevlî berxwedana Rojava bibin.   Ciwanên Êzidî duh jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibûn ew amade ne tevlî seferberiya ji bo Rojava bibin.