Penaberên Mexmûrê ji bo Rojava li ser piya ne 2026-01-20 10:16:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Penaberên li wargeha Mexmûrê duh bi şev dijî êrişên çeteyên Colanî yên li ser Rojavayê Kurdistanê li ser piyan bûn.   Nerazîbûn û çalakiyên dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên bi serokatiya Ehmed Şera yên li ser Rojavayê Kurdistanê li seranserê Kurdistan û cîhanê dewam dikin.   Di vê çarçoveyê de penaberên li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev daketin kolanan û êriş şermezar kirin.   Xelkê wargehê heya derengiya şevê meşiyan û dirûşmeyên dilsoziya bi xelkê Rojava re qêriyan.