Cîhadîstên HTŞ’ê êrîşî Navenda Heyva Sor a Kurd a Erîşa kir 2026-01-19 23:17:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, amûrên tibî û lojistî yên Navenda Heyva Sor a Kurd a bajarê Erîşa yê gundewarê başûrê Hesekê dizîn, talan kir û şewitand.   Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, amûrên tibî û lojistî yên Navenda Heyva Sor a Kurd a bajarokê Erîşa yê gundewarê başûrê Hesekê dizîn, talan kirin û şewtand.   Çavkaniyên xwecihî, diyar kir ku çeteyên bi awayekî hovane êrişî navenda ku xizmetî gel dikir kir. Di encamê de navend bi temamî ji xizmetê derket û şênî ji xizmetên mirovî yên bingehîn mehrûm bûn.   Ev êriş, di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên li dijî saziyên mirovî û xizmetguzarî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên, ku derbeyê li aramiyê û hewldanên alîkariyê bidin.   Di dîmenan de dengê şêniyên herêmê yên nerazîbûna li hember pêkanînên çeteyan heye û dibêjin ev pêkanîn dûrî nirxên mirovî û exlaqî ne û armanca çeteyan tenê dizîn û talaniya milkên giştî ye.