Ji bo meşa ku dê li ser sînorê Rojava bê lidarxistin bang 2026-01-19 18:10:52   MÊRDÎN – Platforma Saziyên Demokratîk banga beşdarbûna meşa ku sibê dê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê, bi beşdarbûna Hevserokê DBP’ê Keskin Bayındır, li dijî êrîşên li ser Rojava tê lidarxistin kir.   Platforma Saziyên Demokratîk banga beşdarbûna meşa ku sibê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrîşên li ser Rojava dê bê lidarxistin kir. Endamên Platformê li duryana Rêyahesin ya Nisêbînê kom bûn û dû re ji bo tevlibûna meşe serdanên cûbicûr kirin.   Endamê Platformê Fettah Tekin diyar kir ku ew komkujiya ku li dijî gelê Kurd tê kirin qebûl nakin û got, "Rojava û gelê Rojava rûmeta me ne. Divê hemû gelê Nisêbînê ji bo parastina rûmeta xwe beşdarî meşê bibin. Li Rojava li dijî gelê me hewldana komkujiyê tê kirin. Bi rihê salên 90’î em ê li kêleka gelê xwe bin."   Bangên Ji bo meşê li seranserê navçeyê berdewam dikin.