Ji Mêrdînê peyama 'Konsepta ku îradeya gel paşguh dike red dikin' 2026-01-19 13:04:16   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, li dijî êrişên li ser Rojava daxuyaniyek da û got: "Em êrîşên li dijî gelê Kurd li Rojava, polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê û vê konsepta şer a ku îradeya gel paşguh dike red dikin. Em dizanin ku yekane çareseriya rastîn ji bo şer û pevçûnan, li her deverê cîhanê ku ew çêbibe, aştiyeke bi rûmet e û em ê ji bo wê têkoşîna xwe bidomînin."   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li ber Postexane, li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pir caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Pankartek bi nivîsa "Rojava bi berxwedanê heye, bi azadiyê dijî, nayê teslîmgirtin" hat daliqandin.   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) George Aslan, di çalakiyê de axivî û got: "Bi sedsalan e, hêzên emperyalîst hewl dane ku Kurdan têk bibin. Hêzên sadist ên bi navê DAIŞ'ê Rojhilata Navîn bela kirine. Gelê Kurd hêzên ku tevahiya cîhanê wekî neşikestî didît hilweşandin. Û ji wê demê ve, şervanên Kurd li her derê hatine qebûlkirin. Îro, li Sûriyeyê hedef pergala Rojava ye. Her kes dikare xwe di nav wê pergalê de îfade bike. Ev e ya ku tê hedefgirtin. Lê em ji vir dibêjin, hûn ê bi ser nekevin. Gelê Kurd dê teslîmî we nebe. Gelê Rojava ne bi tenê ye."   Berdevkê platformê, Mervan Erdem jî bal kişand ser êrişan û got: "Ev êrîşên ku ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin ne tenê polîtîkayeke tundûtûjiyê li dijî gelê Kurd e; ew di heman demê de êrîşek li ser çareseriyên demokratîk ên ku li Sûriyeyê li ser bingeha wekhevî û jiyana hevbeş a di navbera gelan de têne lêgerîn û li ser ezmûna rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava ye ku bi têkoşîna hevpar a gelan ve hatiye sazkirin. Ev êrîşên ku li dijî Kurdan hedef digirin, hewldanên ji bo jiholêrakirina ne tenê ya heyî, lê di heman demê de her bingehek potansiyel a lihevhatina siyasî ya di derbarê pêşeroja Sûriyeyê de ne. Ji ber vê yekê, ji bo rêveberiya Şamê, ev bûyer dê di têkiliyên bi Kurdan re xalek werçerxê ya dîrokî jî temsîl bikin.   Em êrîşên li dijî gelê Kurd li Rojava, polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê û vê konsepta şer a ku îradeya gel paşguh dike red dikin. Em dizanin ku yekane çareseriya rastîn ji bo şer û pevçûnan, li her deverê cîhanê ku ew çêbibe, aştiyeke bi rûmet e û em ê ji bo wê têkoşîna xwe bidomînin."