ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-19 09:00:00     *Şîlan Barut Dalgin balkişand ser êrîşên çeteyan a li Helebê û wiha got: “Li dijî komkujiyên li hember Kurdan bêdengî hevkariya sûc e. Li cihê ku jin û zarok hedef bên girtin bêalîbûn tuneye.” DÎMEN HEYE   *Parêzera OHD’yî Ronahî Çîftçî da zanîn ku 11’emîn pakêta darazê di sûcên tundiyê yên li hember jinan de, tahliye û daxistina ceza pêk tîne û got: “Tundiya mêr û dewletê ji hev serbixwe nîne.” DÎMEN HEYE   *Seroka EUTCC Karîane Westrheîm diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ne tenê ezmûna Tirkiyeyê ye, ezmûna mafê mirovan a  Konseya Ewropayê, DMME, CTP, NY û YE’ê ye û got:"Mekanîzmayên pêk nayê û bêdengî tecrîd rewa kiriye.”   *Li gorî bîlançoya 8 salan a dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiye û çeteyên girêdayê wê ve 700 kes hatine qetilkirin û hezar jê jin û zarok 10 hezar kes hatine revandin.  DÎMEN HEYE   *Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş li ser êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Bi hilweşîna rejîma Baasê re, hemû hêz dixwazin ji Sûriyeyê parek bistînin; êrîşên li ser Heleb, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşek ji vê komploya piralî ne." BI DÎMEN    *Di demekê de ku êrîşên li dijî gel û jinên Kurd li ser xeta Rojava û Helebê didomin, ji Platforma Jinan a Îzmîrê Nihal Demîr destnîşan kir ku ev êrîş li dijî gotinên aştiyê ne û got: "Pêdivî ye ku pêvajo bi balkişandina ser aştiyê were meşandin." BI DÎMEN    * Şêniyên Riha û Dîlokê li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga hevgirtinê kirin. BI DÎMEN