Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat hate oxirkirin 2026-01-18 14:18:10   XARPÊT - Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat ku ji ber nexweşiya kanserê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Xarpêtê hate veşartin.   Ji bo Zelîha Polat li Cemxaneya Yildiz Baglarê merasîm hate lidarxistin. Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî merasîmê bûn.   Piştî merasîma li Cemxaneyê cenazeyê Zelîha Polat li Goristana Gulmezê hate veşartin.   Hate ragihandin ku serdanên sersaxiyê wê li Cemxaneya Yildiz Baglari bê qebûlkirin.