Abdullah Ocalan ji Kongreya Yekitiya Demokratîk re peyam şand 2026-01-17 11:55:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şand civîna Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û got: “Perçebûna Kurdistanê rastiyek dîrokê îfade dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”   Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Di civînê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.   Endama dîwana civînê Dîba Keskîn peyama Abdulah Ocalan xwend.   Abdullah Ocalan diyar kir ku yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştinek li ser bingeha îradeya civakan a dildarî pir rengiyê esas digire ye. Di peyamê de ev xal hatin destnîşankirin: “Ev yekîtî ne pêkhateyên yekperest û navendî yên netew dewletê, rêxistinbûnek civakî ya tevlibûna demokratîk a xwecihîbûnê esas digire ye. Hêza xwe ne ji desthilatdariyê, ji civakîbûnê digire.”   ‘Perçebûna Kurdistanê rastiyek dîrokî ye’   Abdullah Ocalan diyar kir ku perçebûna Kurdistanê rastiyek dîrokê îfade dike û wiha got: “Divê cihêwaziya her perçeyekê li ber çavan bê girtin û li gorî wê rêyên çareseriyê bên peydakirin. Pêwist e yekîtiya di navbera perçeyan de jî ne li gorî feraseta desthilatê, li gorî hişmendiya neteweya demokratîk bê avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”   ‘Yekîtiya mayînde bi jiyana hevkar û wekhev pêkan e’   Abdullah Ocalan destnîşan kir ku yekîtiyek mayînde bi îradeya jiyana hevpar, wekhevî û hevnaskirina dualî pêkan e û wiha domand: “Ji bo vê yekê ez bi taybetî dixwazin binê yekîtiyek demokratîk destnîşan bikim. Bêguman dema ev xebat tên meşandin rêxistinbûna civaka demokratîk û siyaseta demokratîk rê û rêbaza esasî ye.”   Abdullah Ocalan anî ziman ku kongre dê bibe gavek armanca û rêgezên yekîtiya demokratîk bi hêz bike.   Ocalan di dawiya peyamê de baweriya xwe ya ji bo serkeftina kongreyê û silavên xwe ji pêkhatiye kongreyê re şand.