Jinên Cizîrê: Denîz Çiya sembola berxwedanê ye 2026-01-16 18:42:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kantona Cizîrê diyar kir ku destana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû sembola îradeya gelên azad û Denîz Çiya û hevalên xwe bûne sembola têkoşîn berxwedanê.   Kongra Star li Stadyuma Heysem Kiço ya li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Li hember qirkirin û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî" çalakiyek li dar xist. Çalakî ji bo piştgiriya berxwedana dîrokî ya gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û ji bo rêzgirtina li bîranîna Denîz Çiya û hevalên wê yên jiyana xwe ji dest dane, hat lidarxistin.   Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got: "Ji destpêka şoreşê ve me digot an em ê bi rûmet bijîn an jî bi rûmet bimirin û em ê teslîm nebin. Ji zikê dayikên me, lehengên berxwedanê, şervan û têkoşer çêdibin. Denîz sembola berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye û dê berxwedana li hember hikumeta demkî, bi rihê Jin, Jiyan, Azadî, berdewam bike.”   Ji Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Helat Mihemed jî axivî û bal kişand ser rola jinan di berxwedana dîrokî ya 6 rojan a li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de. Helat Mihemed destnîşan kir ku ew berxwedan nimûneyeke pêşketî ya fedakarî, berxwedan û parastina rûmeta mirovan bû.