Ji Amedê bang kirin: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin 2026-01-15 19:58:48   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî hewldanên komkujiyê yên li taxên Helebê û sûcên mirovahiyê yên çeteyan daxuyanî da û peyama “Nikarin têkoşîna jiyana wekhev û birûmet a gelan asteng bikin” hat dayîn.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî hewldanên komkujiyê yên li taxên Helebê tên kirin li ber Plazaya AZC ya taxa Ofîsa navçeya Bajarê nû ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê êrişên li ser Rojava û sûcên li hemberî mirovahiyê bi hev ee rawestînin” hate vekirin û girse dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.   ‘Tekane çareserî jiyanek wekhev û hevpar e’   Hevseroka Şaxa Egitim Senê ya Hejmara 2yan Duygu Ozbay beriya daxuyaniyê axivî. Duygu Ozbay diyar kir ku gelê Kurd li wir, bi gelên Ereb, Durzî û Suryan re li dijî tarîtiyê, têkoşîna ronahiyê dide û wiha axivî: “Ne bi çeteyên barbar û cîhadîst re; divê mirov bi gelên ku bi rastî têkoşîna rûmetê didin re bibe hevpar û bi wan re cîrantiyê bike. Îro divê hemû dewletên Rojhilata Navîn balê bikişînin ser vê yekê. Dîsa ji vir, ji bo bidawîkirina hemû komkujiyan û polîtîkayên şer û her wiha ji bo avakirina riya aştî û diyalogê, em li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê bangewaziya xwe nû dikin: Ya ku wê Rojava rizgar bike û ya ku wê Rojhilata Navîn rizgar bike jî, li ber çav girtina vîna jiyana hevpar a gelan e. Tekane çareserî ew e ku gel bi hev re, wekhev û hevpar bijîn. Navê vê jî îro wekî rêveberiyên xwecihî yên demokratîk tê pênasekirin. Ji ber vê yekê, em îro daxwaz dikin ku  vîna jiyana hevpar a gelan were esasgirtin û ev êrîş demildest werin bidawîkirin.”   ‘Kuştin û jiholêrakirina Rojava di meriyetê de ye’   Piştre Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’emîn a Amedê Serhat Kiliç daxuyaniya bi Kurdî xwend. Serhat Kiliç diyar kir ku êrişên ku li ser taxên Helebê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bênavber tên meşandin, bênîqaş û aşkere sûcê li dijî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Ev êrîşên ku bi çekên giran yên ji hêla komên çekdar ên girêdayiyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tên meşandin; rasterast li hemberî sivîlan hatiye bikaranîn û jin û zarok jî di nav de bûye sedema mirina gelek sivîlan. Bombebarankirina sîstematîk a qadên niştecihan nîşan dide ku bi qestî mafê jiyana sivîlan tê binpêkirin û tê xwestin ku taxên Kurdan veguherin qada şer.Tiştên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên jiyîn yên ku wekî berdewama 3yemîn Şerê  Cîhanê ye û tenê wekî “pevçûneke herêmî” an jî qeyraneke ewlehiyê ya demborî dikare were nirxandin. Xuya ye; stratejiyeke berfirehtir a kuştin û jiholêrakirina Rojava di meriyetê de ye.”   ‘Dixwazin Kurdan ji cih û warên xwe yên dîrokî derxin’   Serhat Kiliç anî ziman ku mirovan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin Kurdan ji cih û warên xwe yên dîrokî derxin. Careke din bi deh hezaran mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe tên derxistin. Tê xwestin jiyana ku bi salan e hatiye sazkirin û bîra hezar salan û pêwendiyên civakî ji hev du bela wela bikin. Amerîkaya serdema Trump, ji bo ku qeyrana kapîtalîst a ku kûr bûye bi rê ve bibe hem di nav xwe de û hem jî di nav welatên pêgirtî de faşîzmê bi rêk û pêk xurt dike. Stratejiya wan ev e ku gel berê xwe nedin alternatîfên şoreşgerî û gelparêz, ev îxtîmal tê astengkirin. Lewma ye her ku hevdîtineke bi hêzên navneteweyî re tên kirin di encamê de em bi komkujî, şer û zextan re rû bi rû dimînin.”   ‘Wekhevıya Kurdan bûye mijara bazariyê’   Serhat Kiliç destnîşan kir ku li Parîsê hevdîtinên bi navê pêşeroja Sûrıyeyê û piştî vê hevdîtinê di nav çend rojan de êrîşên li ser Rojava dest pê kirin û wiha got: “Ev tişt ji me re têkiliya hevdîtinên Parîsê û van êrîşan nîşan didin. Dîplomasiya ku li Parîsê tê meşandin careke din nîşan da ku hîn jî îradeya pêkvejiyana wekhevî ya Kurdan mijara bazariyê ye; bi darê zorê ji cih û warê xwe derxistin hîn jî rêbazeke tasfiyekirinê ye û modelên demokratîk ên herêmî çi qasî ji polîtîkayên hêzên global re bibe asteng ew qasî jî ji wan re dibe hedef.”   ‘Komên cîhadîst her ku pêdivî tê dîtin ber bi qadan ve tên ajotin’   Serhat Kiliç anî ziman ku dema ku li Helebê êrîş birin li ser Kurdan, di heman demê de Îsraîl li gelek cihên stratejîk ên Sûriyeyê alayê xwe daliqand û wiha domand: “Ev tişt nîşaneya lihevkirina Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Îsraîlê ye. Her tişt aşkere li holê be jî vê carê îddîa kirin ku SDG û Îsraîl pevre ne. Dixwazin heqîqetê şolî bikin û di encamê de Kurd tenê werin hiştin û bibin hedefên gelên Rojhilata Navîn.Îro şerê ku tê meşandin ji şerê klasîk ê eniyê cudatir e. Yek ji taybetmendiyên vê şerê bi wekaletan rewakirina  tundiyê ye. Dewlet rasterast berpirsiyariyê nagirin û li ser komên cîhadîst û paramîlîteran mudaxeleyî qadan dikin; bi vî awayî hem hovîtiya li qadê tûndtir dibe û hem jî berpirsiyariya siyasî tê şolîkirin. Komên cîhadîst-selefî her ku pêdivî tê dîtin ber bi qadan ve tên ajotin; gelên rojhilata navîn berdêla van stratejiyên qirêj bi giyanên xwe didin. Ahmet Şara yê ku duh terorîstekî cîhadîst bû lê  îro hatiye serê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ev tişt vê pergalê vekirî nîşan dide. Wê tu carê Ahmet Şara nebe temsîlkarê rastîn ê Durziyan, Elewiyan, Suryaniyan, Ermeniyan û Kurdan. Ev mentalîteya ku vîna  xwebirêvebirin û bi awayekî wekhev pêkvejiyana gelan nas nake; dixwaze yek nasname, yek ziman, yek bawerî û dewleta neteweyî ya merkezî pêk bîne; li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn encax bi zext û zorê, bi komkujiyan û bi tundiyeke domdar dikare li piyan bimîne.”   ‘Çareseriyeke rastîn heye ew jî aşitiyeke birûmet e’   Dawiya daxuyaniyê de Serhat Kılıç destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber ku bi hebûna xwe nakokiyên vê projeyê derxistiye holê, bi awayekî sîstematîk hatiye hedefgirtin; bûye hedefa êrîşên siyasî û demografîk, û wiha derbirî: “Cihguhertina hêzên radîkal ên ku li derdora Helebê birêxistin bûne tenê ne vebijêrkeke ewlehiyê ye; rewşa rojanekirina xeteke îdeolojîk a dîrokî ye. Wekî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, em êrîşên ser gelê Kurd, polîtîkayên bi darê zorê ji cih û warên xwe derxistin û konsepta şer a ku vîna gelan tune dihesibîne red dikin. Ev tiştên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin jiyîn wê neyên jibîrkirin. Nikarin têkoşîna jiyana wekhev û birûmet a gelan asteng bikin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe em zanin ku li hemberî şer û pevçûnan tenê çareseriyeke rastîn heye ew jî aşitiyeke birûmet e û em ê ji bo vê yekê her tim têbikoşin.”