Bi dirûşa 'Jin jiyan azadî dijmin têk birin' 2026-01-14 16:30:32   NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê nasnameya pênc endamên xwe yên ku li Şêxmeqsûdê çalakiya fedaî pêk anîbûn eşkere kir.    Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê nasnameya pênc endamên ku di dema êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de li taxa Şêxmeqsûdê çalakiya fedaî pêk anîn, eşkere kir. Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariyê de navên endamên wan wiha ne: Deniz Çiya (Zeynep Kirdelî), Hawar Qendil (Dawud Mihemed), Rojbîn Amara (Widad Mamo), Dilbirîn Qamişlo (Rojkar Nuhi), û Feraşîn Efrîn (Meryem Horo), ku di 10ê Çile de li Şêx Meqsûdê bi êrîşeke xwekujî li hember êrîşên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî wê li ber xwe dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev çalakî ji bo parastina gel û taxan li hember êrişan hatiye kirin.   Daxuyaniya fermandariyê bi vî rengî ye:    "Em di serî de fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendil, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ku di berxwedaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayane gihîştine şehadetê bi bîr tînin. Li bermberî têkoşerîna wanya bêhempa bejna xwe ditewînin. Di serî de ji mîmarê azadiyê Rêber Apo, malbatê wan yên qehremanên tolhildêr û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.  Ji 6’ê Çile ya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û  bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz ya HTŞ’ê êrişekî dermirovî dane destpêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî  hatiye bikaranîn. Li beramberî van êrişan, fermandar û şervanên me roja destpêkê ve ji sekna xwe ya ku teslîmiyetê qebûl nake, tawiz nedan û li ber xwe dane. Di vî şerê rûmetê de fedaiyên hemdemîn Denîz, Hawar,  Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn bi biryardariya serkeftinê di çeperên herî pêş de cihê xwe girtine. Di vî şerî de bi bîr û baweriya ku di şexsê xwe de zivirandine vîna tolhildanê re, ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve şerê taybet û polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin re bûne  bersiveke mezin. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî cenga rûmetê bûne û bi vê sekna xwe di gel de manewiyatekî mezin ava kirine. Bi  derfetên pir kêm û bi çekên xwe yên ferdî re, ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re pêşengtî kirine û bi çalakiyên cûr be cûr re gelek êrişên çeteyan şikandine.  Di nava taxên Eşrefiyê û Şexmeqsûdê de bi bihost, bihost  xwe kirine mertalên tola hezaran salan û dijminê dagirker bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’ re bibin xistine.   Li beramberî vê hêza gel ku di şervan û fermandarên  pêşeng de şênber bûye, dijminê dagirker yê ku  bi hişmendiya xwe ya cîhadist ji bo cîhanê xetereyekî mezin ava dikin, piştî ku dibînin nikarin li beramberî Egîd û Arînên vî gelî bisekinin, serî her cûre pêkanînên dermirovî didin. Kêleka teknîka bejahî û hewayî,  bi hezaran çeteyên ku çi exlaqê mirovî û şer, nas nakin bi gazên jehrê û pêkanînên her awayî êrişî rûmeta vî gelî dikin. Her çiqas van çeteyan, dora şervan û gelê berxwedêr dorpeç kiribin jî fermandarên me yên hemdemin ji sekna xwe ya serhildêr tawiz nadin û heya kêliya dawiyê parastina nirxên  gelê xwe kirin."   Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz, Hawar , Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn dubare bi minetdarî û rêzdarî bibîrtinin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku serî netewandîn, egidên ku gav paşde neavêtin û qêrînên zarokên ku li Şêxmesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola wan ranekin û xeyalên wan pêkneynin em ê tu caran nerawestin. Em ê bi biryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin."