Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hat bîranîn 2026-01-14 11:29:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Dayîka Aştiyê Hemra Apaydin ji ber xebat û têkoşîna xwe ya bi salan weke şehîda kedê hat bîranîn.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hemra Apaydin ku wefat kiribû, hem dayika aştiyê bû û di heman demê de xebatkara semta Şehîd Robar bû weke şehîda kedê hat îlankirin.   Bîranîna Dayê Hemra li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna malbat û xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê kurê Hemra Apaydin, Yusif Apaydin axivî.   Yusif Apaydin di serî de xêrhatina xelkê amade kir û wiha axivî: “Li ser şehîdan axaftin gelek zehmete, şehîd nirxên me yên herî pîrozin. Dayîka min yek ji hezaran dayîkên ku li rastî gelek zilm û zoriyê hatiye, lê li ber xwe daye. Em jî bi hest û dilsoziya dayîka xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re mezin bûne. Hêvî û daxwaza dayîka min jî weke hemû dayîkên Kurd di Kurdistanek azad de û Rêbertî di nav de azad jiyan bike de bibîne, lê mixabin ne dît. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê bi saya Rêbertî, şehîdan û rêxistina xwe emê Kurdistanekî azad bi ser bixin. Ji ber ku her tiştê me heye lê tenê tiştekî me tineye, ew jî tifaqe û divê em tifaqa xwe çêbikin. Eger tu li cîhanê bigerî, tu ji Kurdan demokrattir nabînî, di aliyê şer de jî tu kesekî ji Kurdan qeheremantir nabînî.”   Yusiv Apaydin di dawiya axaftina xwe de êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye jî bi bîr xist û wiha got: “Di 5 û 6’ê mehê de li Şêxmeqsûd û Eşrefiye ew çeteyên ku li Şengal, Kobanê, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî êriş pêkanîn, di xwestin li her du taxên Kurdan dîsa dûbare pêkbînin. Ew hêz girêdayî Erdogann dixwestin li her du taxên Kurdan komkujiyan pêkbînin, lê şervanên me bi îradeya xwe ya ji pola û îradeya wan ya ji fikir û felsefeya Rêber Apo dihat li ber xwe dan û nehiştin ew komkujiya ku li Şengal û Kobanê pêkhatî bê dubarekirin.”   Her wiha hevrêya Dayê Hemra Apaydin, Dayê Zemê ku ew jî hem endama Malbatên Şehîdane û hem jî xebatkara Semta Şehîd Robare têkildarî keda dayê Hemra wiha hestên xwe anî ziman: “Dayîka Hemra dayîkekî pir hêja û wekî mamostayekî bû. Ev 20 salin em li gel hev kar dikin, her tim li ser kar û xebatên xwe bû. Xemek ji bo yek ji me çêbiba, ew her tim li gel me bû. Dayîka du şehîdane û xema wê ji bo me gelek girane.”   Bîranîn bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.