ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-13 09:00:00     *Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula, diyar kir ku ji 110 birîndarên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatine tehliyekirin, du kes mirine û dermankirina birîndarên mayî jî berdewam dike. DÎMEN HEYE   *Siyasetmedar Gonul Uzunay û Gulşen Kurt di bersiva êrîşên li ser taxên Şêxmeqsût û Eşrefiyê yên li Heleba Sûriyeyê de diyar kirin ku çeteyên HTŞ û yên girêdayî DAIŞ'ê sivîlan hedef digirin û tekez kirin ku divê cîhan li hember vê yekê bêdeng nemîne. DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Girtîgeha Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (OHD) Sîmîn Atabey, li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên herêma Serhadê nirxandin kir û diyar kir ku ji girtiyên nexweş re xizmeta tenduristiyê nayê dayîn û destnîşan kir ku heta berçavkên pêwist jî nadin girtiyan. DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de gotin, "Hûn li Sûriye û Iraqê çi dikin? Çima hûn li wir şeran dest pê dikin? Hakan Fîdan, hûn li wir çi dikin? Divê hemû cîhan rabe ser piyan. Şêxmeqsûd ne bi tenê ye. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt Şêxmeqsûd, Rêberê xwe û zarokên xwe ne." DÎMEN HEYE