Doga Şîn ya YJA Starê hat bibîranîn 2026-01-11 19:10:34   RIHA - Endama YJA Starê Doga Şîn li Pirsûsê bi merasîmekê hat bibîranîn. Xwişka wê Ferîde Şîn di merasîmê de axivî û got: "Doga ne tenê xwişka me bû, xwişka hemû Kurd û Kurdistanê bû."   Doga Şîn a YJA Starî (Binevş Altay) ku di 11’ê Çileyê 2025’an de li herêma Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişekê hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera mirina xwe ya yekemîn de li navçeya Pirsûsê hat bibîranîn. Malbat û xizmên wê, endamên Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER) û gelek welatî tevli bîranînê bûn. Di merasîmê de ji bo Doga Şîn mewlîd hat xwendin.   ‘Tu carê teslîmiyet qebûl nekir’   Xwişka Doga Şîn, Ferîde Şîn qala têkoşîna xwişka xwe kir û wiha got: "Îro salvegera mirina Doga Şîn e. Wê di vê rê de têkoşînekî mezin da. Di sala 2014’an de tevli berxwedana Kobanê bû, birîndar bû û tedawî bû. Di sala 2020’an de carekî din berê xwe da çiya. Doga tu carî teslîmiyet qebûl nekir. Serê me bi Doga bilind e, wijdanê me rihet e. Doga Şîn her dem rûmeta me bû, ew ne tenê xwişka me, xwişka Kurd û Kurdistanê bû. Xwîna şehîdan li erdê namîne, rêya wan rêya me ye. Şehîd namirin."