Ji Binarê Qendîlê ji bo Helebê piştgirî 2026-01-11 18:33:00     NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Binarê Qendîlê bi çalakiyek girseyî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiye şermezar kirin.   Li Binarê Qendîlê, bi pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê û Encûmena inan û Hevserokatiya Şaredariyê, çalakiyek girseyî ji bo piştevaniya ji taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hate lidarxistin.   Hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa daxuyaniyek da. Lavan Mistefa rexne li bêdengiya sazî, hikûmet û civaka navneteweyî kir û got: “Birînên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birînên tevahiya Kurdistanê ne. Tiştê ku li wir diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ji hêla hêzên tarî û komên çete yên bi heman zîhniyeta DAIŞ’ê ve tê kirin. Sînorên destçêkirî nikarin ruhê yekgirtî yê netewekê bişkînin. Her guleyek ku li Kurdên Rojava dikeve, li Qendîlê laşê me diêşîne.”   Lavan Mistefa di dawiya axaftina xwe de bangek lezgîn li hemû hêz û partiyên Kurd kir ku di vê qonaxa hesas de nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin mertal ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên li Rojava. Her wiha soz hat dayîn ku taritiya çeteyan wê qet nikare li ser ronahiya berxwedanê bi ser bikeve.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd’ û ‘Mirin ji bo dagirkeran’ bi dawî bû.