Li Mexmurê bi hezaran kes li dijî êrîşan meşiyan 2026-01-11 18:25:47     NAVENDA NÛÇEYAN -Şêniyên Mexmûrê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezarkirin û destnîşankirin ku ew ê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di her şert û mercî de bingeh bigrin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êriş û komkujiyên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye di 6’ê Çileyê de hatibû destpêkirin, meşekî girseyî hat lidarxistin. Meş ji ber avahiya Komîteya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PJAK, KCK, QSD, wêneyên ku di êrişê de hatine qetilkirin, her wiha pankarên bi nivîsa ‘Rabe li mirovahiyê xwedî derbikeve bibe dengê Şêxmeqsûd û Eşrefiye, Cenga Rojava cenga Kurdisyanê ye, Bi berxwedana ciwanan em ê dagirkeriyê têkbibin’ hatin bilindkirin. Bi wê ve girêdayî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ piştgiriya xwe ya bi gelên Rojava re dan nîşandan. Piştî ku meş gihişt ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê Sîpan Yaman axivî. Sîpan Yaman di destpêka axaftina xwe de qala komkujiyên li taxên Kurdan hatîn pêkanîn kir û wiha peyîvî: “Heta niha dewleta Tirk û dostên wî çeteyên ku di bin navê hikumeta vegûhêz de tê binavkirin carek din êrişî taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye kirin. Wek tê zanîn ev her du tax ji 2014’an heta niha bi sekin û berxwedana xwe serê gelê Kurd bilind kiriye. Ji 6’ê Çileyê ve gelê me yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiye li dijî tank, top û êrişên wan li ber xwe dide. Xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dan diyarkirin ku wê heta dilopa xwîna xwe ya dawî taxên xwe biparêzin û xwedî li gotinên xwe jî derketin. Em carek din mînaka şerê gelê şoreşgerî çiye li vêderê dibînin. Gelê Şêxmexsûd û Eşrefiye her tim ji bo şerê gelê şoreşgerî bûye mînakek berbiçav.” Sîpan Yaman destnîşan kir ku ew carek din li vêderê girêdan bûna xwe ya bi Şêxmeqsûd û Eşrefiye re didin diyarkirin û wiha domand: “Mexmûr û Rojava yeke. Di vê pêvajoyê de li rûxmê ku hevpeyman hatibû çêkirin jî, kesên dibêjin em mafên mirovan diparêzin ker û lalin. Em vê bêdengiya wan rûreş û şermezar dikin, em dibêjin dem dema xwedîderketina li xaka Rojava û Kurdistanê ye. Çi dibe bila bibe emê hertim berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji xwe re esas bigirin. Em bang li hemû cîhanê dikin kesên ku dibêjin em şer naxwazin, di vê pêvajoya ku gelê Kurd aştî û civakek demokratîk dixwaze de divê pêwîstiyên gelê Kurd bên dayîn.” Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ bi dawî bû.