Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê:Zimanê pevçûnê îradeya aştiyê li Sûriyeyê diçewisîne 2026-01-11 13:17:00   ENQERE-Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari tekildarî êrişên li ser taxên Helebê û bêdengiya hêzên navneteweyî daxuyanî dan. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku bêdengiya li hemberî geşedanan hevkariya sûc e. Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku li Helebê alozî kûr bibin dê ev alozî li ser pêvajoya çareseriyê jî bandorê bike û got ku ev yek li dijî pêvajoyê darbe ye.   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan tekildarî êrişên hikumeta demkî ya Şamê li dijî êrişên hikumeta Şamê û komên giredayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li navenda xwe ya giştî daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Serokwekîlên DEM Partî Gulîstan Kiliçkoçyigit, Sezaî Temelî, Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partî jî li eywana daxuyanî hat dayin amade bûn.   Di daxuyaniyê de ewilê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew bi koma parlamenterên xwe re li ser geşedanên dawî û êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê civiyanê. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku êrişên ser taxên Helebê li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Hikumeta Şamê bi awayekî şenber diyar kir ku ew li gor hevpeymanê tevnagerin. Bi sembolên DAIŞê êrişî taxên Kurdan dikin. Xwîna Kurdan ji xwe re helal dibînin. Berxwedareke Kurd li ser avahiyeke de tê avetin. Yên ku vê dikin koma hovan e. Di tu bawerî û birdozyan de ew nayê qebûl kirin.”   ‘Heke Kurd ne di ewlehiyê de bin li Sûriyê aramî pêk nayê’   Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî êrişên ser taxan, dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Ew berxwedan ne tenê ya 2 taxan e. Di heman demê de diyarkera pêşeroja Sûriyeyê ye. Divê qada navneteweyî bêdeng nemînê. Bêdengî hevkariya vî sûcî ye. Em bang li qada navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Van êrişan demildest bidin rawestandin. Êrişên HTŞê û çeteyan li dijî mirovî ne. Bi armanca Helebê bê Kurd bihêlin. Li dijî vê yekê ne tenê Kurd lê divê hemû kes li dijî vê dengê bilind bike. Bi dijminatiya Kurd nikarin tiştek bi destbixînin. Weke DEM Partî em ji bo Suriye pergaleke wekhev û azad dixwazin û mîsogeriya mafên Kurdan dixwazin. Heke Kurd ne di ewlehiyê de bin li Sûriyê aramî pêk nayê. Heta hemû gel û bawerî azad nebin li Sûriyê aramî pêk nayê.”   ‘Berpirsyariya xwe pêk bînin’   Tulay Hatîmogullari gotinên Wezîrê Parastinê jî rexne kir û wiha got: “Dest ji wan gotinên xwe yên ku xwe berpirsyar nabînin berdin. Desthilat û dewlet divê agir gur nêkin û rêya dîaloge vêkin. Em agirbesta niha berdewam dike girîng dibinin û dixwazin ew agirbest berdewam bike. Em bang li hemû kesên berpirs dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê çareseriyeke mayindê pêk were. Em ê jî ji bo çareseriyeke mayindê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em ê hem li Tirkiye û hem jî li Sûriyê ji bo aştiyeke mayindê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Destê xwe li ser jinên Kurd vêkişînin’   Tuncer Bakirhan jî ji malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku li taxên Helebê ne tenê êriş komkujiyek pêk tê û ev tişt anîn ziman: “Hedefgirtina zarok û jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Rejîm hemû hevpeymanan binpêdikin û êriş dikin. Em jî li vir dibêjin destê xwe li ser jinên Kurd vêkişînin. Dilê gelê Kurd ji bo Şêxmeqsûd diaveje. Em berxwedarên li wir silav dikin. Gelê Kurd ne bi tenê ne. Em bang li kesên şer gur dikin dikin ku rêya dîaloge vêkin. Gotinên Hakan Fîdan şer û qirîzan kur dike. Em dipirsin; Tu dîplomatê an leşker e? Ev gotin bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike.”   ‘Li dijî pêvajoyê darbeyê’   Tuncer Bakirhan diyar kir aloziya li Helebê li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kiriyê darbe ye û ev tişt gotin: “Heke li Helebê şer û kriz kûr bibe li vir jî çareserî nabe. Ji bo wê ew darbeya li dijî pêvajoyê ye. Çareserî diyar e. Divê HSDê û Tirkiye û li ser masayeke rûnin û pirsgirêkan bi rêya dîalog çareser bikin. Tu kes nikarê Kurdan ji Helebê koçber bikin. Kurd sed salin li Helebê bûn û dê hertim jî li Helebê bin.”