Li Parîsê bi hezaran kes meşiyan 2026-01-10 14:45:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê bi hezaran kes bi wesîleya salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger, hatin ba hev û bi dirûşmeya “Ji bo Heqîqetê Edalet”  meşiyan.    Bi pêşengiya TJK-E, TJK-F û CDK-F’ê li paytexta Fransa Parîsê ji bo meşa “Ji bo Heqîqetê Edalet” Kurd û dostên wan li Parîs Gare du Nord hatin ba hev, ber bi qada Republique ve meşiyan.    Di meşê de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku sala 2013’yan hatin qetilkirin û Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên ku sala 2022’yan hatin qetilkirin, hatin bîranîn.   Bi hezaran dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd", "Bijî Berxwedana Eşrefiyê” berz dikin.   Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil, alên HBDH, PJAK, QSD, YPG, YPJ, Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, Young strike û MLKP’ê hatin hildan.   Di meşê de pankartên “From Paris to Kürdistan Youth Against Faschism (Ji Parîsê heya Kurdistanê ciwan li dijî faşîzmê ne)”, “DU SANG DE NOS MARTYRS FLEURIRA NOTE REVOLUTION (Ji xwîna şehîdên me dê şoreşa me şîn bibe)” û “Tecîdê bi dawî bikin, bêhiqûqiyê bi dawî bikin” hatin vekirin.