Nexweşxaneya Xalid Fecir hate bombebarankirin 2026-01-09 20:21:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî Hikûmeta Demkî, Nexweşxaneya Xalid Fecir bombeberan kirin.   Komên girêdayî Hikûmeta Demkî yên Sûriyeyê û komên paramîlîter yên ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, bi bombeberaneke dijwar Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr hedef girtin. Êriş, di warê xwegihandina xizmeta tenduristiyê de xetereyeke mezin didin der.   Nexweşxane navenda tibî ya yekane li taxê ye ku xizmetê dide bi hezaran welatiyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrebiyê û Benî Zêd. Li nexweşxaneyê di heman demê de gelek kesên ji ber êrişan birîndar bûne bi derfetên herî kêm tedawî dibin, hene.   Nexweşxane duh jî 4 caran li pey hev bi dijwarî bûbû hedefa topan û ceryan qut bûbû.