Kurdên Anatolya Navîn piştgirî dan Rojava 2026-01-09 18:50:10   NAVENDA NÛÇEYAN - PKAN’ê li êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da û banga xwedîlêdertina Rojavayê li tevahiya Kurdan kir.   Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve li hemberî Kurdên li Helebê dijîn pêk tê, şermezar kir. Di daxuyaniyê de êrîş wekî israra tasfiyekirina gelê Kurd hate pênasekirin û wiha hate gotin: “Em bi awayê herî tund operasyona leşkerî ya taxên Kurdan ên li bajarê Helebê hedef digirin û nêtên komkujiyê, şermezar dikin. Ev êrîşên ku jiyana welatiyên sivîl hedef digirin, ne bi gotina ewlehiyê ne jî bi tu hincetên siyasî dikarin werin rewakirin. Ev siyaseteke tundiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tiştên ku li Helebê rû didinî ne pêngaveke leşkerî ya cuda ye, hewleke tasfiyekirina sîstematîk a li dijî hebûna gelê Kurd e.”   Di daxuyaniyê de êrîşên ikûmeta demkî ya Şamê hatin şermezarkirin û banga li gelê Kurd hat kirin ku bi hemû derfetên xwe ve li dijî van êrîşan rawestin û piştgiriya Rojavayê bikin.