7 partiyên kurd spasiya tevlibûna greva giştî kir 2026-01-09 11:37:10   NAVENDA NÛÇEYAN - 7 partiyên siyasî yên ji rojhilatê Kurdistanê ku belgeya helwesta hevpar îmze kiribûn, ji ber tevlibûna xurt a banga wan a ji bo grevê, spasiya gel kir.    Heft partiyên Kurd ên li rojhilatê Kurdistanê, ji bo polîtîkayeke hevpar a di çalakiyên protestoyî yên li Îranê de, di 6’ê Çileyê de “Navenda Hevkarî û Guftûgoyê ya Partiyan” ava kir û belgeya helwesta hevpar mohr kir. Navendê, têkildarî protestoyên li Îran û Rojhilat daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji ber tevlibûna xurt a biryara greva giştî ya partiyan, spasiya gel hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi grevan û protestoyên didomin re peyameke xurt a siyasî dan hêzên zextker û rejîma îktîdarê.”    Bi domdarî hate gotin ku tevlibûna xurt a biryara greva giştî, nîşaneya baweriya gel a bi partiyên Kurd e û wiha domiya: “Îsbat kirin ku tevgera 'Jin, jiyan, azadî' didome û koka xwe berdane nava civakê. Tevger, bibiryar e ku çerxa Komara Îslamî carekê û heta dawiyê ji holê rake. Nîşan da ku polîtîkayên zextê dê nekarin biryardariya gelê Kurdistanê yê wêrek û azadîxwaz qels bike. Gelê Kurdistanê û partiyên siyasî, bi yekitî û piştevaniya xwe careke din nîşan dan ku tevgera wan a di rêya azadiyê de derbasî qonaxeke nû bûye.”