Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat ragihandin 2026-01-08 11:26:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê greva giştî hat ragihandin û bazar girtî man.   Li gor agahiyan,  îro li bajarên Sine, Îlam, Dîwander, Merîwan, Bokan, Ruwanser, Kirmaşan, Mehabad, Bane, Kamyaran û Loristanê welatî ji bo nerazîbûna li dijî hêzên rejîma Îranê û piştgiriya serhildana gelên Îranê greva giştî ragihandin. Bazar û cihên giştî girtî man.   Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan destpêkirine. Xwepêşandanên ku di roja 12’an de didomin, tevî hemû zext û êrişên rejîma Îranê her ku diçe berfirehtir dibin.