39 rêxistinên siyasî êrişên li ser taxên Helebê şermezar kirin 2026-01-08 11:09:09   NAVENDA NÛÇEYAN - 39 partî û rêxistinên siyasî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin. Partî û rêxistinan diyar kir ku ev êriş jiyana sivîlan tehdît dike û ewlehî û aramiya herêmê têk dide.   39 partî û rêxistinên siyasî yên Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da û êrişên berdewam ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin.   Daxuyaniyê bal kişand ser êrişa hovane a berdewam a ku ji hêla hêzên hikumeta demkî ve li dijî van taxan, bikaranîna çekên giran û da zanîn ku ev êriş hemû qanûnên mirovî binpê dikin.   Partiyên siyasî di daxuyaniyê de diyar kir ku ev êriş bi fermanên rasterast ên dewleta Tirk tên kirin û armanca wan ew e ku peymanên 10`ê Adara 2025'an û 1’ê Nîsana 2025`an û aramiya welêt têk bibe, bi taybet piştî komkujiyên li herêma peravê ya Sûriyeyê û Siwêdayê hatine kirin.   Di dawiyê de, partî û hêzên siyasî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd şermezar kirin û bang li gelê Kurd û hemû welatparêz û demokratên Sûriyeyê kir ku van sûcan şermezar bikin.   Her wiha bang li civata navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kirin ku zextê li hikumeta demkî bikin û wê neçar bikin ku tavilê êrişa xwe rawestîne.