SOHR: Li Sûriyeyê ji 9 hezar û 200’î zêdetir kes hatin qetilkirin 2025-12-31 20:57:40     NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî bîlançoya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di sala 2025’an de li Sûriyeyê 9 hezar û 200 kes ku piranî jin û zarok in, hatin qetilkirin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya 2025ˊan a kiryarên tundî, sûc û qetilkirinên bi ajoyên taîfperestî û tolhildanê parve kir. SOHR’ê diyar kir ku herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin.   SOHR’ê aşkera kir ku di 2025ˊan de 9272 kes, di nav de 504 û 550 jin bi rêbaz û awayên cuda hatine qetilkirin; weke tesfiyekirin, înfazkirin, îşkence, pevçûn, teqîn, êrişên çeteyên DAIŞˊê û bermahiyên şer.   Di pêlên tundiya taîfî ya li herêmên peravê, hundirê Sûriyeyê û başûr û hwd 2939 kes, di nav de 68 zarok û 213 jin hatin înfazkirin.