Ji Dadgeriyê biryara Nuriye Gulmen 2025-12-30 22:21:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeriyê 10 sal cezayê girtîgehê ya der barê akademîsyen Nuriye Gulmen ya bi KHK’ê hat îxarkirin xera kir lê biryara berdewamkirina girtina wê da.   Akademîsyen Nuriye Gulmen ku dema li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê peywir dikir bi KHK’ê hat îxarkirin. Nuriye Gulmen bi daxwaza ‘radestê kar’ bê kirin li Kolana Yuksel a Enqereyê çalakiya runiştinê pêk anîbû. Bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî DHKP\C) li Nuriye Gulmen 10 sal ceza hatibû birîn. 3’emîn Daîreya Ceza Giran a Dadgeriyê ceza xera kir lê biryara berdewamkirina girtina wê da.