Hêzên hikumeta Şamê bombe li derdora Bendava Tişrînê barandin 2025-12-30 14:40:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku hêzên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êriş birin ser derdora Bendava Tişrînê. Êrişa dawî bi droneyên kamîkaze hate kirin.   Li gorî agahiyan, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro saet navbra 11.00’an û 12:00’an de êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.   Hate ragihandin ku êriş bi dronên kamikaze hatiye kirin û di encamê de zerarên madî çêbûn.   Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê saet 16.00’an bi top û çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê topbaran kir û di encamê de 3 şervanên wê birîndar bûne.