Meclîsa Bajêr a Amedê bi rojeva Hewsel û Pira Dehderî dicive 2025-12-30 14:06:09   AMED - Konseya Bajêr a Amedê ji ber zêdebûna avahiyên bêdestûr û dagirkirina qadên giştî yên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî, biryara civîneke awarte girt.   Konseya Bajêr a Amedê, ji bo parastina mîrateya dîrokî û xwezayî ya bajêr bangawaziyeke girîng kir. Meclîs bi rojeva “avahiyên bêdestûr û dagirkirina qadên giştî” ya li cihê ku di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ne, Civata Giştî ya Asayî ya 32yemîn dicivîne.   ‘Em ê li qadên jiyana hevpar xwedî derkevin’   Konseya Bajêr derheqê civîna awarte de daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku talankirina derdora Pira Dehderî û Baxçeyên Hewselê gihiştiye asteke metirsî. Konseyê destnîşan kir ku ev herêm ne tenê dar û ber in, lê nasnameya dîrokî û çandî ya Amedê ne.   Di daxuyaniya civînê de wiha hat gotin: “Ji bo em li xweza, dîrok û bajarê xwe xwedî derkevin; ji bo em qadên xwe yên jiyana hevpar bi hev re biparêzin, em hemû gelê xwe vedixwînin vê civîne girîng.”   Konseya Bajêr a Amedê diyar kir ku parastina bajêr tenê bi hevkariya hemû saziyên sivîl, pispor û gel pêkan e.   Hat zanîn ku di encama civînê de dê deklarasyonek bê weşandin û ji bo çareseriyê rêgezeke nû bê diyarkirin.