'Êrişên li dijî xwepêşandêran gefê li aştiya navxweyî dixwin' 2025-12-30 13:02:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya binpêkirinên li dijî xwepêşandêrên li perav û naverasta Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ev yek gefê li aştiya navxweyî dixwe û derfetên avakirinê lawaz dikin. Kombûnê banga diyalogan kir.   Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî binpêkirinên li dijî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî xwepêşandêrên li perav û naverasta Sûriyeyê da.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kiryarên çewisandinê welat ber bi alozî û parçebûn û şerekî navxweyî ve dibin ku sivîl berdêlên wê didin.   Kombûnê diyar kir ku çewisandina xwepêşandanên aştiyane binpêkirineke aşkerayî ya mafên sûriyeyiyan ên derbirînê û daxwazên xwe yên rewa ye. Di heman demê de nîşaneyeke xeternak e ku gefê li aştiya navxweyî dixwe û derfetên avakirina siberojeke li ser bingehên tevkariya navneteweyî û edaletê lawaz dikin.   Kombûnê diyar kir ku pirrengiya li Sûriyeyê divê bibe jêdera hêzê nebe sedema şer û diyar kir ku bêyî tevkarya rasteqîn a di navbera gel de Sûriyeyeke aram ava nabe.   Kombûnê îşaret pê kir ku "Jinên Sûriyeyê pêşeng û piştevanên aştî û diyalogan e.  Jin lidijî tevahî cûreyên şer û tundiyê ne. Dûrxistina jinan û paşguhkirina rola di avakirina biryaran de windakirina her projeyeke nîştimanî ya rasteqîn e."   Kombûnê ji bo çareseriyeke siyasî ya adilane û mayînde banga diyaloga nîştimanî ya giştî kir û ev peyam da: "Sûriye bi hêz û paşguhkirinê ava nabe, lê bi diyalog, edalet, rêzdariya li hemberî îradeya gel ava dibe. Jin dê dengê aqil û parêzvana yekparbûn û silametiya welat bimînin."