Şîn û lêgerîna edaletê ya 14 salan: Roboskê 2025-12-27 09:03:51   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Jinên Roboskê ku piştî komkujiyê ketin bêdengiyek mezin, diyar kirin ku jiyan ne wek berê ye û gotin: “Zarokên me bi cil û bergên reş zewicîn. Cejna me tuneye, dawetên me tune ne. Êdî cejn jî dawet jî ji bo me heram in. Di ser komkujiyê re 14 sal derbas bû lê hîna li ser me cilên reş hene. Bila edalet pêk bê."   Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de li xeta sînor a gundê Bujeh û Roboskê ya navçeya Qilaban a Şirnexê, saet di navbera 21.39 û 22.30’an de ji aliyê Hêzên Çekedarî yên Tirk (TSK) ve bi balafirên şer bombebaran pêk hat û 34 kes hatin qetilkirin. Di ser bûyerê re 14 sal derbas bûn. Tevî evqas dem derbas bû ne berpirs hatin darizandin ne jî edalet pêk hat. Komkujiya Roboskê yek ji mînaka herî şênber a polîkaya bêcezahiştinê ye.   Dayikên zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin der barê jiyana piştî komkujiyê de axivîn.   ‘Em di encama şewitandina gundan de koçberî vir bûn’   Halîme Encu di komkujiyê de kurê xwe Serhat Encu winda kir. Halîme Encu wiha got: “Em tu car zarokên xwe ji bîr nakin. Zarokên me ji bo debara xwe ji bo dibistanê bixwînin diçûn. Li vir tu derfeta kar tunebû. Me zarokên xwe dişand sînor. Berê me li gundên xwe sewalkarî dikir. Piştre gundên me hatin şewitandin. Me koçî vir kir. Me li vî serê çiyê bi zor û zehmetî zarokên xwe mezin kirin. Lê zarokên me hemû qetil kirin. Kurê min Serhat bi pereyê qezenc dikir li 9 serjimarê dinêrî. Di komkujiyê de ji malbata min 11 kes hatin qetilkirin.”   ‘Hem keça min hem bûka min bi cilên reş zewicîn’   Halîme Encu wiha dawî lê anî: “Kurekî min li gund e ew jî betal e. Çend bizinên me hene li wan dinêre. Kurê min Serhat dema hat qetilkirin keça min dergîstî bû. Hemû zarokên hatin qetilkirin di wê nîşanê de hebûn. Piştî komkujiyê keçek min û kurekî min zewicîn. Her duyan jî bûkanî li xwe nekirin. Cil û bergên reş li xwe kirin. Êşa 14 salan hîna teze ye. Em aştî û edaletê dixwazin. Çavên me li aştiyê ye. Belkî aştî pêk bê û edalet jî bê cih.”   ‘Piştî komkujiyê neçûm tu dawetekê’   Xezal Encu ku kurê xwe Cemal Encu yê 17 salî winda kir anî ziman ku tevî 14 sal derbas bûye hîna êşa wê teze ye û ev tişt anî ziman: “Em zarokên xwe ji bîr nakin. Hîna edalet pêk nehatiye. Gumanbar bihatana girtin wê hinekbûna jî êşa me kêm bibûya. 34 kes ji bo nanê xwe diçûn wir. Kurê min diçû pola dawî ya lîseyê. Ji bo lêçûna dibistanê diçû. Tu sûcên wan tunebûn. Ligel her yekê katirek hebû. Ma sewal jî nedîtin. Dizanibûn hemû zarok in. Bi zanebûn qetil kirin. Êşa me hîna teze ye. Ne cejna me ne dawetên me hene. Cejn û dawet li me heram in. Piştî komkujiyê ez neçûm tu dawetekê.Tevî hemû komkujiyan em dîsa jî aştiyê dixwazin.”   Şîna 14 salan     Hediye Encu jî wiha vegot: “Di ser komkujiyê de 14 sal derbas bû. Hîna jî cilên min reş in. Şîna me neqedyaye. Li ser min cilên reş hene. Piştî komkujiyê em neçûn tu dawetekê. Em hîna li edaletê digerin. Em edaletê dixwazin. Kurê min Şivan 16 salî bû. Diçû dibistanê. Ji bo lênûsk û pênûsê bigire diçû. Lê parçeyên wî di çewalan de ji me rehat. Em dikarin vê ji bîr bikin ?”   Sêvê Encu ku du birayên wê di komkujiyê de hatin qetilkirin jî wiha vegot: “Bi salan e em vê êşê dijîn. Du birayên min hatin qetilkirin. Em dixwazin edalet pêk bê. Bila ciwanên me nemirin. Şîna me didome. Em tu car ji bîr nakin.”   Fatma Encu jî di dawiyê de axivî û got kurê wê Huseyîn Encu yê 19 salî di komkujiyê de hatiye qetilkirin û wiha vegot: “14 sal in edalet pêk nehat. Em edaletê dixwazin. Zarokên me ji bo çend kîlo şekir û çay çûn. Tu hatineke me tuneye. Derfetên kar tunebûn. Ji bo lêçûnên dibistanê diçûn. Em parçeyên zarokên xwe yên hatin ji me re tu car ji bîr nakin. Êşa me wek roja ewil teze ye.”