Dema kar a komîsyonê hate dirêjkirin 2025-12-24 14:25:07   ENQERE -Komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bû, di civîna xwe ya 20'emîn de biryar da ku dema kar du mehên din dirêj bike.   Komîsyona ku têkildarî meseleya Kurd ava bû, bi hinceta ku amadekirina rapora hevpar wê heta 31'ê Kanûnê negihêje, jinûve kom bû.   Di civîna 20'emîn de Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Mûrat Sevecen, têkildarî analîza axaftinên heta niha li civînên komîsyonê hatin kirin pêşkêşkiyek kirin.   Herdu profesor li ser aliyên dişibin hev, ên cuda û yên pêwîst ên gotinên pêkhateyên komîsyonê sekinînin.   Di dengdanê de bi hevdengî dema xebatê ya komîsyonê ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin.