ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN 2025-12-23 09:00:00   *Dayikeke Aştiyê Gulbaran Orgun ku di zarokatiya xwe de li dijî înkarkirina nasnameya xwe têkoşîn da got: "Ew min bişewitînin jî ez ê dev ji vê rêyê berendim." Gulbaran Orgun bal kişand ser pêwîstiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û pirsî, "Çima rêbertiya me serbest bernadin?" BI DÎMEN   *Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari sala borî ya piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxand. Tulay Hatimogullari tekez kir ku tecrîd, rejîma qeyûm, operasyonên dadwerî û polîtîkayên şerê taybet pêvajo qels kiriye û got: "Aştî bêyî civakîbûnê mayînde nabe." BI DÎMEN