ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-19 09:00:00   * Ji 8’ê Kanûnê heta niha li meclisê hevdîtinên butçeyê didomin. Jinan diyar kirin ku mûçeyê asgarî yên di bin sînorê birçîbûnê de ye têr nake û li Tirkiyeyê nirxê nadin jinan. BI DÎMEN    *"Çalakiyên polîtîk yên wek damareke berxwedanê ên dîtir hene. Seranserê dîrokê gelan ji bo azadiya xwe li ber xwe dane. Di encama hemû pêvajoyan de bêguman pênasekirinên azadixwaz yên di felsefe û zanista siyasetê de derketine holê."  NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Ayşe Buruntekîn di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyayê de bi pitika xwe ya 6 mehî hedef hat girtin û hat qetilkirin. Cenazeyê Ayşe Buruntekîn hefteyekê li malê ligel zarokê wê hat sekinandin. Keça Ayşe Buruntekîn Hatîce Buruntekîn wiha got: “Li Sîlopyayê wê demê gelek dayik hatin qetilkirin. Gelek bav hatin qetilkirin. Bi dehan Rustem bê dayik man. Lê tevî her tiştî em aştiyê û azadiya serokatiya xwe dixwazin.” BI DÎMEN    *Endama Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ukay da zanîn ku penaber di serî de li GGM’yan û her qada jiyanê bi pirsgirêkan re tên rû hev û wiha vegot: “Dîtina nava GGM’yan ji aliyê wezaretê ve tê astengkirin. Ji ber vê jî bi qasî ku tê ragîhandin em der barê pirsgirêkan de dibin xwedî agahî. Jinên penaber pirsgirêkan nikarin vebêjin.” BI DÎMEN