ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-14 09:00:00   * Endama Heyeta DEM Partiyê Pervîn Buldan got: “Ez zelal îfade bikim; Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde bi jinan bawer e, ji ber yên şer didin destpêkirin mêr in.”   * Necmiye Îverendî ya ku kurê wê di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de di jêrzemînan de hat qetilkirin got: “Tevî hemû êşên me em destê ji bo aştiyê dirêj dikin lê destê me vala dimîne.” BI DÎMEN    *Derhênera Fîlmê ‘Xwêfiroş’ ku di 3’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê de hat nîşandan, Maryam Samadî diyar kir ku sînema yek ji riya herî xurt a ku jin û mafê jinan nîşan dide ye û got sînemeya Kurd bi keda jinê mezin dibe. DÎMEN HEYE