Qeyûm xebatên jinan rawestand, destûra reglê betal kir 2025-12-11 09:08:24   Semra Turan-Pelşîn Çetinkaya   DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin diyar kir ku qeyûm destkeftiyên jinan hedef girtiye û herî dawî jî destûra reglê bêyî hincet betal kiriye. Bîrsen Orhan got qeyûm tu xizmetê nake, pirsgirêkan giran dike.   Di 22'yê Mijdara 2024’an de qeyûm tayînê şaredariya DEM Partî ya Dêrsîmê hat kirin. Qeyûm çawa hat xebatên jinan hedef girt û hemû xebat rawestandin. Ligel vê xebatên qeyûm ji serdanên malê û esnafan wêdetir nîne, xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka gel rawestand.   Qeyûman destkeftiyên jinan hedef girt, qursên ku bi zaravayê Kirmanckî dihatin dayîn, xebatên çandî, koroya jinan girt. Qursa sazê girtin û xebatên bankaya cil û bergan a ji bo kesên xwedî hewcedar jî girt. Li bajar 15 karker bi zor teqawît kirin û 16 heb jî ji kar derxistin. Li gel vê gelek pêkanînên din hatin kirin.   Salek piştî qeyûm   Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin diyar kir ku bi qeyûman mudaxale û xespkirina îradeya gel hatiye kirin û her derê bajar di bin navê ewlehiyê de tê şopandin û di bin tecrîdê de ye. Bîrsen Orhan got di 22’yê mijdara 2024’an de îradeya gel hatiye xespkirin û got wê rojê gel xwedî li îradeya xwe derketiye û li berxwe daye.   ‘Divê li dijî her cureyê rizandinê xizmet bê dayîn’   Bîrsen Orhan daxuyakirin ku çawa qeyûm hatine xebatên ji bo fêdeya gel hedef girtine û wiha berdewam kir: “Gel dema ev berpirsyarî da me ji bilî komkirina çopê, paqijiya rutîn, xebatên av û kanalîzasyonê, çareseriya pirsgirêkên civakî jî dan ser me. Li dijî rizandinê berpirsyariyên wek bertek nîşandan û rawestinê dan. Ji ber vê feraseta şaredartiya DEM Partiyê ji her alî ve xizmet meşandine.”   Destkeftiyên jinan hedef girt   Bîrsen Orhan destnîşan kir ku qeyûman raste rast mudaxaleyê çanda gel û jiyanê kiriye û wiha domand: “Çawa hat qursa ziman girt. Koroya jinan girt. Koroya jinan di alî xebatên jinan de gelek girîng bû. Qeyûman li dijî çanda me nêzîkatiyeke dijminwarî nîşan da. Herî dawî destûra regliyê hat rakirin. Bankaya cil û bergan rakir. Welatiyên pêdiviyan wan hebû, ji vê fêde digirtin. Li gelek kesî teqawîtbûn ferz kirin. Gelek kes ji kar hatin derxistin. Qeyûm tu xizmetê nake, pirsgirêkan giran dike."