Li Hatayê îşkence li zarok hat kirin 2025-12-07 19:15:15   HATAY- Li Reyhanli zarokê ku du roj berê winda bibû, bi awayekî ku îşkence lê hatiye kirin hat dîtin. Gumanbar M.E hat binçavkirin.   Li navçeya Reyhanli ya Hatayê zarokê du roj berê winda bibû li nava erdekê bi awayekî ku îşkence lê hatiye kirin hat dîtin. Li ser serlêdana windabûnê ya malbatê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û di kamerayan de hat dîtin ku xalê zarok M.E ew biriye.   Şopa îşkenceyên giran   Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, şopa birînên giran yên encama îşkenceyê de derketine holê tespît kir. Zarok rakirin nexweşxaneyê xistin bin dermankirinê.   Gumanbar M.E ji aliyê cendermeyan ve hat binçavkirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.