Şaredariya Bajarê Mezin ji bo mafên astengdaran xebata hişyariyê kir 2025-12-03 15:42:12   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê de, li sê nuqteyên cuda yên bajêr stant vekirin û balê dikişîne ser mafên welatiyên astengdar.   Armanc: Gihîştina wekhev û çalak   Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî armanca xwe ya dabînkirina beşdarbûna wekhev û çalak a kesên astengdar di hemû warên jiyana civakî de, xebatên xwe didomîne.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi dirûşma “JIYANKEKE NÛ JI BO ASTENGDARAN PÊKAN E” li cihên sereke yên bajêr stant vekir û broşûrên agahdarî yên der barê mafên astengdaran de belav kirin.    Stant li van nuqteyan hatin vekirin:    Kolana Gazî ya Sûrê   Kolana Yaşar Kemal (Ekîncîler) a Yenîşehîrê   Li ber AVM’ya Parka Ceylan Karavîl a li Kayapinarê   Xizmet bi berfirehî hatin ravekirin   Tîmên Şaredariyê, ku Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Îsmaîl Degirmencî jî di nav de bû, bi welatiyan re têkilî danîn. Di wesayîtên veguhastina giştî, rawestgeh û cihên kar de, wan agahiyên berfireh der barê xizmetên ku Şaredariya Bajarê Mezin pêşkêşî astengdar û kalûpîran dike, parve kirin.   Tîman, xebatên ku di çarçoveyeke berfireh de tên meşandin wekî perwerde, kar (îstîhdam), xizmetên civakî, piştgiriya psîkososyal, xebatên pevgihîştinê, xizmetên lênêrîna malê û bernameyên piştgiriya aborî rave kirin.   Bal hat kişandin ser girîngiya gihîştina astengdaran a qadên kamûyî û beşdarbûna wan a jiyana çandî û civakî.   Xebatên hişyariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin ên ji bo astengdaran dê di tevahiya salê de bidomin.